SÊRT (DÎHA) - Mala sersaxiyê ya ji bo Resul Dayan ê HPG'î yê bi navê kord Eşref Gabar ku di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, hatiye vekirin, ji aliyê gelek kesan ve hate ziyaretkirin.
Ji bo Resul Dayan ê HPG'î yê bi navê kord Eşref Gabar ku di êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê li dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ya li Taxa Çakmak a Sêrtê ve mala sersaxiyê hate vekirin. Piştî vekirina mala sersaxiyê, Serokê Rêxistina DTP'ê ya Sêrtê Abdurrahman Taşçi, endamên Meclîsa Şaredariyê yên DTP'î, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes çûn serdana malbatê û sersaxî xwest. Abdurrahman Taşçi di ziyaretê de axaftinek kir û diyar kir ku çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd mecbûrî ye û ew ji vê yekê venagerin.
Dayîka Resul Dayan ê HPG'î Hatîce Dayan jî, bal kişand ku heke pirsgirêka kurd nebûya, ev qas mirov ne diketin kolanan û dernediketin serê çiyan û wiha dom kir: "Em dibêjin, bila êdî tu dayik negirîn û xwîna tê rijandin raweste. Bila Emîne Erdogan jî, wekî dayîkekê ji bo aştiyê xebat bike." |